Hesen Zîrek

Xerîb Mawim

Bi dengê: Hesen Zîrek
Album: Radyo
Diyalekt: Soranî
396
Xerîb mawim dekem zarî
Dekem şêtî û bê qerarî
Be fîday gonay nazdarî
Tom wenewşey ewel beharî
Xom be xulamî suxmey konî
Wek mêxekbend derwa bonî
Hatûm bizanim çilonî
Wêney şemamey be bonî
Xerîb mawim sergerdanim
Le bo to xanewêranim
Ruhmêk bike sûtawe giyanim
Kiçê nabînê çawekanim
Xom be xulamî suxmey ciwanî
Çende jîk û mîhrebanî
Her bo xom debne mîwanî
Beyn û beynela zor ciwanî
Meqam:
Mangî yek şew boye dayim ziyad eka û eşnêtewe
Ta ciwanî xoy wekû rûy to birazênêtewe
Ta degate çardehum şew tê ega naga be to
Ca le daxa wirde wirde kem eka û etwêtewe
Xerîb mawim her dexwênim
Firmêskî çaw debarênim
Le dunya dil detarênim
Nemrim lew bendet derdênim
Xom be xulamî suxmey taze
Pê be perde mîslî qaze
Mîslî marî bê îcaze
Le dilî aşiq degrê gaze
Xerîb mawim le taranê
Firmêskim dê wek baranê
Kuştey tom xuda deyzanê
Pêt le ser dû çawim danê
Xom be xulamî suxmey konî
Wek mêxekbend derwa bonî
Hatûm bizanim çilonî
Wêney şemamey be bonî