Hesen Zîrek

Kîjan Deçne Mêrgulan 4

Bi dengê: Hesen Zîrek
Diyalekt: Soranî
254
Kîjan deçne mêrgolan wey wey mêrgolan

Kîjan deçne mêrgulan ey wey mêrgîne têkra deçnin helalan
Areq lew hanyey detkê tik tik dêne xwar ter deken wirdexalan
Kîjê bênye maçit kem deba ratmûsim webal bestoy delalan
Çawî xumar û nêrgîz
Yarekey be nerim û hêdî biro dest le berokim berde
Kîjan deçne mêrgolan ey wey mêrgîne be ’am deçnin kenêrê
Areq le hanyey detkê tik tik dêne xwar ter deken xalî mêrê
Ewe yarim hatewe bilên bêtewe be ’am bilên be xêrê
Çawî xumar û nêrgîz boçî naye bîbînim
Pir bedil temaşay kem derbiçê gyanî şîrînim
Wey wey yarebî mergit nebînim

Mangî çarde boye daym zyad deka eşnêtewe
Ta cwanî xoy wekû rûy to birazênêtewe
Ey wey mangî çarde boye daym zyad deka eşnêtewe
Ta cwanî xoy wekû rûy to birazênêtewe
Ta degate çardehom şew têdegat nagat be to
Ca le daxa wirde wirde kem eka û etwêtewe

Kîjan deçne mêrgolan ey wey mêrgîne têkra deçnin wenewşan
Areq lew hanyey detkê tik tik dêne xwar ter deken panyey kewşan
Kîjê bênye maçit kem deba ratmûsim webal bestoy derwêşan
Çawî xumar û nêrgîz boçî naye bîbînim
Pir bedil temaşay kem hetîw derçê gyanî şîrînim
Eman yarebê mergit nebînim