Mihemed Mamlê

Kîjan Deçne Mêrgulan 4

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
278
Demêk saqî bêne dexîlî çawekanit bim
Be camêk destî min bigre fîday pîrî muxanit bim
Le dû la mestû heyranim be quwey cezebe nazanim
Ne sergerdî serû gerdin ne qurbanî lebanit bim

Deba biçîne mêrgulan wey wey mêrgîne kîjgel deçnin helalan
Areqî ber henyanit wey wey dêne xwar ter deken wirdexalan
Kaban bêne ratmosim wey wey bitmijim webal bestoy delalan
Çawî xumarû nêrgîz yuxdir bularî çênde
Yarekey be nermû hêdî were palim we palit de
Hîçî minû hîçî to destim le berokê berde

Neyçî direnge toyş meke direng
Fîday pencet bim lêy bêne we deng
Yareb hîçkes wek min şewderwêş nebê
Tewelay weten qewmû xêş nebê
Barbestey sefer rêgam zor dûren
Menzil bê payan tûşe zerûren
Tawsî çetirbaz tawse şînekem
Roşenî heyat dinyaw dînekem
Payet bilind bê sayet firawan
Ewe to deroy pat leban çawan
Were hawarim leyla gişt kesim
Meyele ber bê destim le destit
Ewşo ke dîsan derûn pir xemin
Karwanî xeman le laman cemin
Le taw dûrî to dil bêqeraren
Bînayî dîdem le xefet taren

Kîjan deçne mêrgulan wey wey kîjgel deçin helalan
Areqî ber henyanit wey wey dêne xwar ter deken wirdexalan
Kaban bêne ratmosim wey wey bitmijim webal bestoy delalan
Çawî xumarû nêrgîz yuxdur bularî çênde
Yarekey be nermû hêdîm were were palim lêde
Hîçî minû hîçî to destim le berokê berde