Nasir Rezazî

Kîjan Deçne Mêrgulan

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
270
Kîjan deçne mêrgulan ey wey mêrgînan têkra deçnin wenewşan
Areq lew hanyey detkê tik tik dêne xwar ter deken panyey kewşan
Kîjê bêne maçit kem deba ratmosim webal bestoy derwêşan
Yarekey be nermû hêdî sûk were palêk lêde
Ya hîçî minû hîçî to dey biro destim lê berde

Kîjan deçne mêrgulan ey wey mêrgînan têkra deçnin helalan
Areq lew hanyey detkê tik tik dêne xwar ter deka wirdexalan
Kîjê bêne maçit kem deba ratmosim webal bestoy delalan
Yarekey be nermû hêdî sûk were palêkim lêde
Ya hîçî minû hêcî to dey biro destim lê berde

Kîjan deçne mêrgulan ey wey mêrgînan têkra deçnin rêwasan
Areq lew hanyey detkê tik tik dêne xwar ter deken rastey kirasan
Kîjê bêne maçit kem deba ratmosim webal bestoy çawxasan
Yarekey be nermû hêdî sûk were palêkim lêde
Ya hîçî minû hêcî to dey biro destim lê berde

Kîjan deçne mêrgulan ey wey mêrgînan têkra deçnin kenêrê
Areq lew hanyey detkê tik tik dêne xwar ter deken xalî mêrê
Ewe yarim hatewe deba bêtewe be ’am bilên be xêrê
Yarekey be nermû hêdî sûk were palêkim lêde
Ya hîçî minû hêcî to dey biro destim lê berde