Hesen Zîrek

Xasê To Xanmî

Bi dengê: Hesen Zîrek
Album: Radyo Kirmaşan
Diyalekt: Soranî
371
Xalan axêz bûn pîroze gum bû
Gewher le şaran qîmetyan kem bû
Xasê tom xanmî aramî gyanmî
Ew derdey girtûme her to dermanmî aramî dilanmî
Xalêk wa we ban pencey patewe
Qulu’ella lebîr min debatewe
Xanim gyan tom xanmî aramî dilanmî
Ew derdey girtûme her to dermanmî to roh û gyanmî
Xalanim debjard sed û bîst û no
Hîç xalêkim nedîwe wêney xalî to
Xasê gyan tom xanmî aramî gyanmî
Ew derdey girtûme her to dermanmî aramî dilanmî
Serim sergerdan pêm be kotewe
Serpencem bibirn be lîmotewe
Xanim tom xanmî aramî gyanmî
Ew derdey girtûme her to dermanmî aramî dilanmî
Şêt ke şêt debêt deyben bo zembîl
Emnîş şêtî tom kirdûmit zelîl
Xasê gyan tom xanmî aramî dilanmî
Ew derdey girtûme her to dermanmî to roh û gyanmî
Şerte reşpoş bim le daxî baxî ’umrî bê semer
Dabnîşim dest be ejno wek hetîwî bê pider
Ta be eşkî dîde ter kem xak û xolî rehguzer
Xom le qur bigirim be yek car her le pêm ta tewqî ser
Xom le qur bigirim be carê her le pêm ta tewqî ser