Mela Husên Ebdulazade

Şîrîn û Şîrîn û Şemame

Bi dengê: Mela Husên Ebdulazade
Diyalekt: Soranî
341
Erê ger yarim qewlim batê wedezanim emin şam
Le rêy kanîyê tûşî bûm bo ehemêtêkî wê nedam
Ca be qurbanî çawêkî beyrûtû helebû şam
Şîrînû şîrînû şemame şemamey çwarbêstanî
Ya rebî dilî nerim bê debme qoçî qurbanî

Ta gileyîm kird le yarê nêwçawanî lê têk nam
Bew pencey nazkû cwanî zillêkî xoşî lê dam
Ca hereşey kirdû royî debro nêyewe bo lam

Xasekewî cozerdan naxoşe dest lêk berdan
Ca qetî rastî pê nekutim her diro bûw tefredan
Eger qewlim dedeyey rastew rast were meydan
Ca dena bew lehnetey bî ke xuda kirdî le şeytan
Şîrînû şîrînû şemame şemamey çwarbêstanî
Ya rebî dilî nerim bê debme qoçî qurbanî

Entîkew mezedarî delêy birnoy sewarî
Ca demit xunçey xendane têyda dû rîz mirwarî
Bo? çi xetayêk rûydawe beynêke lêm lût xwarî

Kîje kurdey mukiryan çende naskû nazdarî
Ya rebî agadarit bê ya rohî babaqetarî
Şîrînû şîrînû şemame şemamey mehabadê
Ya rebî dilî nerim bê emro maçêkim datê

Sîngit textî nerdênî emro cwantirî le dwênê
Ca leber ew çawey demirim carcare helîdênê
Razîm be malî dinya îmanim lê nestênê
Şîrînû şîrînû şemame şemamey kurdistanî
Ya rebî dilî nerim bê debme qoçî qurbanî