Şehîn Talebanî

Wekû Perwaney Dûrkewtû Le Şem

Bi dengê: Şehîn Talebanî
Diyalekt: Soranî
310
Wekû perwaney azîz dûr kewtû le şem
Balim xerîke gyana esûtê be xem
Wekû perwaney azîz dûr kewtû le şem
Balim xerîke gyana esûtê be xem
Dûr kewtûm le cem dosû yaranim
Xerîbû tenyam tînûy baranim
Dûr kewtûm le cem dosû yaranim
Xerîbû tenyam tînûy baranim
Baxî jyanim zerde kizû jakawe
Dilim tezîwe pir le zûxawe
Baxî jyanim zerde kizû jakawe
Dilim tezîwe pir le zûxawe
Çawî umêdim gyana somay nemawe
Ejnoy awatim azîz hêzî birawe
Çawî umêdim gyana somay nemawe
Ejnoy awatim azîz hêzî birawe
Çawerwanim key axir henasem
Helbê le derûn jakaw le tasem
Çawerwanim key axir henasem
Helbê le derûn jakaw le tasem
Belkû be mirdin gyana mandûym derçê
Xemû pejarey dûrîm be ser çê
Belkû be mirdin gyana mandûym derçê
Xemû pejarey dûrîm be ser çê
Ezanim herçen gyana le jêr xakû gil
Yadî yaranim azîz der naçê le dil
Ezanim herçen gyana le jêr xakû gil
Yadî yaranim azîz der naçê le dil
Xozge bikiryay gerdûn wek caran
Bisûrêtewe be kamî yaran
Xozge bikiryay gerdûn wek caran
Bisûrêtewe be kamî yaran
Dûrî be ser çê gyana xerîb nemênê
Her kes le lay yarî xoy bimênê
Dûrî be ser çê gyana xerîb nemênê
Her kes le lay yarî xoy bimênê