Îsmaîl Serdeştî

Esmeran Dulberan

Bi dengê: Îsmaîl Serdeştî
Diyalekt: Soranî
293
Wey delê ta key sebirim bê edî to kengê sazî
Zor kes dêne xwazbênî emin pêyan nîm razî
Razîm kirdûn daykû bab eger zû bêy bimxiwazî
Dwaye xetay min negrî pêm nelêy wazî wazî
Esmeran dulberan weko bûn bo gulçinîn
Yarekem legelêdaye be qur’anî serperşîn
Pênc ferzey nwêjim du’aye ke xudaye bo yek bibîn

Tozî xerîbî nîştuwe be rengû ruxsarmewe
Xemêkim le dilî daye be rûyda xistûmewe
Şerit bê to bêwefa bî lêxey xomit kemewe
Awî serçawey qulkey gerdinit dexomewe

Bo serşaxt lê girtûm şayed be to newêrim
Be çi jwanêk dil xoş kem boye rû wernagêrim
Ca derom deçme kwêstanê be kewê befran fêrim
’aşiqî balay berzî tom pêt wanebê awdêrim

Qesrî xeyal saz dekem xiştêk zêr xiştêk zêw bê
Espêk le espî rewey dênim bûk swarî wî bê
Nardûme cilkî bûkê le helebû şamê bê
Helperket bo saz dekem qet rojî wat nedîbê

Çawim be yarim kewt le rastey mela camî
Tîrêkî le cergî dam her wek gorû baramî
Nazanim çî bîstibû deygut laço biramî
Nawêrim nêwî bênim neba bednam bê namî
Destihelgir nîm le balat deba bilên serdeştî ê’damî
Esmeran dulberan weko bûn bo gulçinîn
Yarekem legelêdaye be qur’anî serperşîn
Pênc ferzey nwêjim du’aye ke xudaye bo yek bibîn

Le dûrî bejnû balat wexte gyanû dilim derê
Bot defroşim serû mal xo min nakem zererê
Baraşî berye aşî aw nayew aş nagerê
Çawî kafrî lê dyar bê be bê awîş degerê