Hesen Zîrek

Şemal Were

Bi dengê: Hesen Zîrek
Diyalekt: Soranî
290
Saqî webalî minit we esto
Dinyaye û wesyet ekem lelay to
Saqî webalî minit be esto
Dinyaye û wesyet ekem lelay to
Key emin mirdim her be mey bimşo
Hergîz bom meken şîwen û roro
Dil û derûn û sî û sîpelakim lêy dê boso
Axrî xerîbîm wa birde şino
Çî bikem le tane û min çî bikem le so
Çî bikem le tane û çî bikem le so
Le destim derçû hezar xal le rû
Deske ’emberbo

Detirsim bimirim dax le dilim bê
Aw û gilî êre gyan be nisîbim bê
Hey aw û gilî êre gyan be nisîbim bê
Were were şemal were
Derdî dilekem bo yar bere
Le derdî dilekey min yar bêxebere
Ey le derdî dilekey min yar bêxebere

Boç min le cumley ’ebdî xuda nîm
Sa’etê le dest mêhnet reha nîm
Ey sa’etê le dest gyan mêhnet reha nîm
Were were şemal were
Derdî dilekem bo yar bere
Le derdî dilekey min yar bêxebere
Ey le derdî dilekey min yar bêxebere

Jyan û erkî naxoşî pepûley arezûy kuştim
Şerabî camî dildarî le tafî lawîda riştim

Were were şemal were
Derdî dilekem bo yar bere
Le derdî dilekey min ew bêxebere

Ne şertit şerte ne namet name
Ne şertit şerte to ne namet name
Parçeyê kaxez du’a û selame
Ey şertî şorejin ta mirdin her le lame
Were were şemal were
Were were ziryan were
Derdî dilekem bo yar bere
Le derdî dilekey min yar bêxebere
Ey le derdî dilekey min yar bêxebere