Mazhar Xaliqî

Xanmolê

Bi dengê: Mazhar Xaliqî
Diyalekt: Soranî
312
Ey xanim xanim xanmolê
Yarekey cwanû naskolê
Estêran dejmêrim şewê
Xew bêw le çawim nakewê
Dil şeydayew leylêy ewê

Xizmîne lomey min meken
Feryadî dil bo leylê ben
Kujrawim tanem lê meden

Dilî hejar çon bisrewê
Çaw çon birwate naw xewê
Weslû dîdarî leylî ewê
Ey xanim xanim xanmolê
Yarekey cwanû naskolê

’aşiqî çawanî kejalim
Muşterî dû lîmoy kalim
Mecnûnî dîdey xezalim

Zerdexeney lêwekanî
Nemdî goşey çawekanî
Bendî zulfe xawekanî

Çî bikem êsta ke mehcûrim
Çûn le balay leylê dûrim
Le kwêye dostî mexdûrim
Ey xanim xanim xanmolê
Yarekey cwanû naskolê

Qewmîne derdim girane
Her peydayken ew luqmane
Deway derdim *???

*???=lêman rûn nîye ke goranîbêj lewêda çi delê, eger deyzanin tikaye pêmanî bilên
Zor sipas