Xanimê xanimê, şazadey Kurdan
Bem çawe ciwanet, çend kesit fewtand
Tu gulî nêw gulzarimî
Tu estêrey şewanimî
Tu lecêy kes û karimî
Tu sarêjey azarimî
Xanimê xanimê, şazadey Kurdan
Bem çawe ciwanet, çend kesit fewtand
Ser û malim le rêy dana
Belam minî be şêt dana
Qewl û qerarman yekêk bû
Keçî to lejêr pêt dana
Xanimê xanimê, şazadey Kurdan
Bem çawe ciwanet, çend kesit fewtand
Wey le Amînê, Amîn taqane
Agirî tê berdam, bem çawe ciwane
Le dûrewe hat, em kewa şîne
Dilim be carê, zam û birîne
Afetî giyan û areqî dîne
Pêm waye yare, nawî Amîne
Wey le Amînê, Amîn taqane
Agirî tê berdam, bem çawe ciwane
Katê be bize dête pêkenîn
Wekû Ferhadê le tawî Şîrînê
Be roj girye û zar, beşew nale û şîn
Bo kê bu Amîn, bo kê bu Amîn
Wey le Amînê, Amîn taqane
Agirî tê berdam, bem çawe ciwane
Katê belence derwa aw dênê
Dilî hezaran lenêw derdênê
Yaxwa qet eto lemin nestênê
Qurbanî to bim erê Amînê
Wey le Amînê, Amîn taqane
Agirî tê berdam, bem çawe ciwane