Şoriş Mehmûdî

Nask Gyan

Bi dengê: Şoriş Mehmûdî
Diyalekt: Soranî
315
Detbînim şermê dekem
Natbînim tegbîrê dekem
Ca le dwênêwe lêm zîze
Sofîm nezerê nakem
Ca eger hî xome nazik
Taze hez le kes nakem
Şerte biçme Zembîlê
Tewbe û îstîxfarê bikem
Zêde le alemî dî
Qurbanit bê rohekem
Beser erzîda mero
Fermû le baweşt kem
Erê nazdar emrim nazdar
Naskoley nazenînêm
Bew pencanet bimşêle
Ba sarêj bê birînim
Hewt salan pêş to bimrim
Ya rebî mergit nebînim

Gwêt le min bê babekem
Bot delêm ged û bendan
Kelîmet bo cût dekem
Wek melay fatîhe rewan
Ew herfem ba xelet nebê
Ca be şahîdî hemûtan
Eger ew meyle kor kem
Wey be nehlet bim wek şeytan
Leser çawî bazî to
Pênc ferzey nwêjm çuwan
Çon eger lêm dûr kewî
Wela demrim nasik giyan
Erê nazar emrim nazar
Nazkoley nazenînê
Bew pencanet bimşêle
Ba sarêj bêt brînim
Hewt salan pêş to bimrim
Ya rebî mergit nebînim

Henar henar henare
Derd û dermanim yare
Boç rûm lê werdegîrî
Ew dilem bot derdedare
Dwênêkim maç nekridû
Emrom lêm şermezare

Sed maşela çen ciwane
Boy delêm lew bendane
Gerdinî her delêy kêle
Bejnî dar heyzerane
Hemû mulkî Mukiryan
Bo maçêkî herzane
Webalî bo dekêşm
eybî têda nê ciwane
Henar henar henare
Derd û dermanim yare
Boç rûm lê werdegîrî
Ew dilem bot derdedare
Dwênêkim maç nekridû
Emrom lêm şermezare

Erê bendim dên we taq û cût
aşqim be xalî ser rût
Çawim kewt be çawî
Îşîkem le boy debzût
Şaz û barîk û ciwane
Razî dilî xom pêy gut
Maçit delêy şerbete
Rehmet le qebrî mirdût
Henar henar henare
Derd û dermanim yare
Boç rûm lê werdegîrî
Ew dilem bot derdedare
Dwênêkim maç nekridû
Emrom lêm şermezare