Elî Zendî

Yadim Ke

Bi dengê: Elî Zendî
Diyalekt: Soranî
307
Le daxî meynetî dewran dilim pir awre saqî
Le jarî talî jîn dîsan pyaley dil pire saqî
Be yadim ke to yadim ke azîzekem to yadim ke
Herçend le wilatî xerîbim azîzekem dilşadim ke

Were emşew wekû her şew were saqî dilim xwêne
Hetakû dête çawim xew herameşerbetan bêne
Be yadim ke be yadim ke azîzekem to yadim ke
Herçend le wilatî xerîbim azîzekem dilşadim ke

Dilim zûxawî lê derjê desa heste bike mestim
Şerabî kon le camî nwê be xur têke bide destim
be yadim ke to yadim ke azîzekem to yadim ke
Herçend le wilatî xerîbim azîzekem dilşadim ke

Kewa kun kun buwe cergim le cewrî matemî dinya
Hetakû serdemî mergim were her tom dewê tenya
Be yadim ke to yadim ke azîzekem to yadim ke
Herçend le wilatî xerîbim azîzekem dilşadim ke