Nasir Rezazî Xane Mamlê

Yadim Ke

Bi dengê: Nasir Rezazî û Xane Mamlê
Diyalekt: Soranî
368
Qurbanit bim çawî çawim
Zoryan leser to lê dawim
Wemzanî xelat kirawim
Ay birînanim mekulênewe

Yadim ke to yadim ke
Tuxwa çawciwan nazan meke
Yadim ke firyadim ke
Tuxwa çawciwan nazan meke
Herçend carê nazan dekey
Ay malê le min wêran dekey

Ebrot hîlalî yek şewe
Mijot tîrî keyxosrewe
Birot peyweste pêkewe
Ay birînanim mekulênewe

Yadim ke to yadim ke
Tuxwa çawciwan nazan meke
Yadim ke firyadim ke
Tuxwa çawciwan nazan meke
Herçend carê nazan dekey
Ay malê le min wêran dekey

Şemal were yar nustuwe
Zulfî perêşan kirduwe
Kiras reş emnî kuştuwe
Ay birînanim mekulênewe

Çarereş bûmû le rêy xalî reşa bêçare mam
Gerçî gyan sextim emin ta êsta her lew bare mam
Min legel mecnûnî hawrê bûm le rêy şêtîw ewîn
Ew geyî be nyazû min daym gêçû aware mam

Le nêwanî hewlêrîw ko
Se’at day le heştû no
’ebdî xudam yexsîrî to
Ay birînanim mekulênewe

Yadim ke firyadim ke
Tuxwa çawciwan nazan meke
Herçend carî nazan dekey
Ay malê le min wêran dekey
Herçend carê nazan dekey
Ay xewê le min heram dekey