Şoriş Mehmûdî

Tozêk Xem Ba Laçê

Bi dengê: Şoriş Mehmûdî
Album: Mêxekbend
Diyalekt: Soranî
374
Zulifit şewgarî dirêje
Şehîdî ’îşqim lemêje
Were le sînet bimnêje
Ba peçet wa laçê
Gul be xesar naçê

Des xe gerdinim her be rêgawe
Xozge bew diley le to hesawe
Tozêk xem ba laçê
Tom le dilî dernaçê

Ey çawbazî hawrazî naz!
Toy nazenîm!
Dêy û radebrî wa benaz
Hoy nazenînim!
Rût wa derxe ba bitbînim
Ba derçê gyanî şîrînim
Tozêk xem ba laçê
Tom le dilê dernaçê

Ho kîjoley leçke beser!
Bîlê nawit sîne senger
Heloy ’îşqit girtî lenger
Ba rûbendit laçê
Ca ’umirim be "ba" çê

Kulmeket bêna, zulifit we lade
Awrit tê berdam ho perîzade!
Tozêk xem ba laçê
Tom le dilî dernaçê

Rûmet bedrî ebro hîlal
Toy mayey jînim!
Bedzî hatim nîme mecal
Dekirê bitbînim
Hezim be dyînte û hezînim
Ba derçê gyanî şîrînim
Tozêk xem ba laçê
Tom le dilî dernaçê
Honrawe : Qasim Mueyîdzade (Helo)