Mihemed Mamlê

Fatme Dû Çawî Mesitt

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
261
Fatme dû çawî mestit pir le sîhrû cwanîye
Pir şerabî xoşewîstîw ’areqî yezdanîye
Bejnû balaket nimûney heykelî yonanîye
Larû lencet mosîqaye besteye goranîye

Gerçî dildarî lem ’esre koneyew efsaneye
Her betenya bo kurî xawen telarû ’aneye
Gyanekem emma dilî min lew dile şêtaneye
Bê ewey hîç şik berê kujrawî ew çawaneye
Bûkî razawey xeyalim gyanekem toy fatme
Serwetim nawê bizey to ewperî awatme