Daye gyan bigrî le ser xakim kewa şînim dewê
Zor bigrî daye gyan firmêskî xwênînim dewê
Min gulî sed arezûy jînim le xaka xewtuwe
Xakî meydanî xebat rengînî xwênî min buwe
Damenîşe daye gyan bo hatnî min çawerê
Dilnya be, besyetî, bo dengî derga megre gwê
Daye gyan swêndim be firmêskî geşû êşî dilit
Daye gyan swêndim be cewrû meynetî bê hasilit
Min demêke cergî sûtandûm henasey serdî gel
Dilpirî kirdim xemû deskurtîw reng zerdî gel
Min kurî kurdî şehîdî rêy xebatim daye gyan
Kotrî xwênînî perî baxî wilatim daye gyan
Her wekû bêganeyê dil pir le nakamîw girê
Lem hemû deste nebû destê bêw distim girê
Min le şarî xom xerîbû bo hemû bêgane xum
Kotrî kujrawî rêgay lane xum bê lane xom
Daye gyan bigrî le ser xakim kewa şînim dewê
Zor bigrî daye gyan firmêskî xwênînim dewê
Daye gyan ew kîjey wa wîstit be bûkî to bibêt
Xot bide be pîşanî carêk ba be hîway min nebêt
Takû bitbînê ke reşpoşî le ser ta patewe
Belkû birwaw dilnya bêw min lebîr bibatewe
Daye gyan bigrî le ser xakim kewa şînim dewê
Zor bigrî daye gyan firmêskî xwênînim dewê