Ehmed Xelîl

Kuştimt Be Lence û Lar

Bi dengê: Ehmed Xelîl
Diyalekt: Soranî
284
Kuştimit be lencew lar ey zalim ey zordar
Ahû hesretî min meynetîw xefetî min
Hemûy le boney toye xelkî lêm bote dujmin

Bo dûrîte eyrêjim eşkî xwênînim be taw
Yadekanit hîç satê lêm win nabin leber çaw
To awatî dinyam bûy malawat kird le nakaw

Boçî hatûy ke dezanî dadit nada peşîmanî
Baweşî kê firîwî day
Kê belênî pê şikandî
Yekem dîdar nîgay to bû çiray ewînit dagîrsand
Hêndet yarî be agir kird ta serapa xotî sûtand
De lêmgerê ger detewê kemê asûde bê serim
Ba paşmawey em temenem be tenha beser berim

Nîgarekem ewa erom renge îtir netbînmewe
Le herkiwê bim to her lewêy toş awêtey be jînmewe
Her yadêkit peristigayek nwêj bo dîdarî to ekem
Le her gulêk ra emênim bonî dîdarî to ekem

Min nihênî ewînî tom le jêr eşka heşar yawe
Tenafî ahû hesretim be dewrî ’eşqa gêrawe
Zor etirsim ahî sardim şêtane damenit bigrê
Ya gîrodey belayêk bî ya xoşewîstekey(t) bimrê