Berhem Hesen

Leber Nazî Çawbazan

Bi dengê: Berhem Hesen
Diyalekt: Soranî
272
Leber nazî çawbazan qurban xwardnû xewm nemawe
Be tîrî tîrendazan çî bikem cergim birawe

Bes ’umrî min be bade, rût bênew zulifit lade
Dil boye namurade, bew şewe roj gîrawe

Zulifit cêy bêqeraran, rût rojî şewbêdaran
Aman ey şay gulzaran, rehmêk ta rohim mawe

Role xem dewamî zore, zû erwa le dil seyrû sefa
Ulfetim girtuwe be kwêrî legel ’îllet qet nîye çarew şîfa
Berd ebarênê be serma çerxî bê rehmû wefa
Berd ebarênê be serma çerxî bê rehmîw wefa

Hatim be boney* xalit, tûşî dawî zulifit bûm
Teyrêkî nabeled bûm nemzanî daney dawe
Weqtê areq derêjê bo kuştinî wefayî
Be gulî kulimit swênd exom gerdin şûşey gulawe

Şêtû şeydaw sehrayî, degrîm herwek wefayî
Çî bikem le diley sewdayî, perîyan destyan lêdawe?

Leber nazî çawbazan qurban xwardnû xewm zûxawe
Be tîrî tîrendazan çî bikem cergim birawe
*= lêreda goranîbêj be hele «dane» delêt