Heme Salh Dîlan

Mame Kurnû

Bi dengê: Heme Salh Dîlan
Diyalekt: Soranî
330
Mame kurnû, rakşawî girdekey seywanekem
Ser rehet, dil bê girê, gwê şil ke bo dastanekem
Seyre, bezme, helperîne, pir le qaqaw xendeye
Ne’retey gwê ker eka, coşû kulî seyranekem
Erxewan sûre, behare, gulşene, razaweye
Deştû ko rengînû pirşoye wenewşey yanekem
Xermenî lale le kohsaranû pêdeştû nişêw
Sûrtire lew xwêne barîwey kulî giryanekem

Dilberan sirkû benazin rewtî nermû îstekey
Sed twanc egrête ahûy deştekey şêrwanekem
Helbire çawî numayş têr serincî wird bide
Wek becêt hêşt wa nemawe şarekey caranekem
Ew beharey to becêt hêşt pir birînî taze bû
Pir le afatî lepir bû bo gulî încanekem
Ew guley awatî kurd bû bête pişkutin demê
Rayweşênê bay şemalî nermî kurdistanekem

Ew kesey çingî enaye bînû qurgî ew gule
Destî xwênawî enaye naw dile pirjanekem
Ême areq riştnû bazû weşandin, bê xewî
Ew girû pişkoy enaye jêr binî xermanekem

Êste wa xoy da’enê bote firîştey asman
Bote duktorû birînpêçî birînî gyanekem
Mame kurnû çî bilêm zyatir lewey «xals» elê:
Fêstû rêwîw mêzerû meymûne seyrî banekem
Wek witim: seyre le bane... ya wekû «nalî» elê:
Zîndegîm tale ke zelkaw bê be tîmarxanekem!

Kurnû: ehey kurnû, nawî ehmedî kurnuwe le zemanî kak ehmedî şêxa nokî kulanuwe, leber ewey pyawêkî xoş meşrebû qisexoş buwew herekatî seyrû semerey kirduwew bote hoy bezmû pêkenînû xoşî, kak ehmed birdûyetî bo hec. pyawêkî ’aqlû hoşmend buwew galtey be nahemwarî zemane hatuwe. xelkî şarî silêmanî buwew her lewêş koçî dwayî kirduwe.
Girdî seywan: benawbangitrîn goristanî şarî silêmanîye ke jimareyêkî zor le zanayanû şa’îranî kurd lewêda nêjrawin.
Ser rehet: mêşk hêmnew be hîç karêkî narewawe xerîkû mandû nîye.
Gwê şil ke: gwê bigre.
Ne’rete: bo dengû hawarêkî berzû behêz bekar dêtû wek elên: ne’retey şêr ya nerey şêr.
Pir şoye: terû tûşe.
Yanekem: xanekem, xanuwekem.
Sirk: ranehatuwe, destemo nebûn.
Êstekey: westanêkî satewextî.
Deştekey şêrwanekem: mebest le deştî germyanew kewtote nêwan qelay şêrwaney lay derbendî xanû kifrîw kelar.
Çawî numayş: çawî bînayîw temaşa kirdin.
Şarekey caranekem: mebest le şarî suleymanîy nazdarû pîroze.
Pir le afatî lepir bû: wate pir bû le zyan bexşînû karî tirsinakî kotû pir... zor car ewtirê: em lafawe bê afat, bê wate, bê zyanû bê tirs bêt, bê wey bê.
Bête pişkutin demê:
Demê: wate bo satêk bipşikuzê.
Bê xewî: bêdarî, be xeber, lêreda be watay êşk girtin dêt.
Xals: naznawî şî’rî şa’îr.