Heme Ceza

To Belênim Pê Bide

Bi dengê: Heme Ceza
Diyalekt: Soranî
310
To belênim pê bide min berew jwan bibmewe
Bimdeyê maçêkî ter lem lêwe, ba cwan bibmewe

Destî lerzokim heta têydaye hêzî bey guşîn
Lêm gerê tawê le baxî sîne mîwan bibmewe

Şengebêrî bisrewe firmêskî bê şwanî îtir
Renge hêşta lew çyaw zozane bo şwan bibmewe

Min gulî ser gorî awatî lemêjînem belam
Rêjnêkim lê bida pêm waye bo rwan bibmewe

Şêxî sen’an bo kiçî gawir le îslam wergera
Min xerîkim bo kiçe şêxê pejîwan bibmewe

To belênim pê bide min berew jwan bibmewe
Bimdeyê maçêkî ter lem lêwe, ba cwan bibmewe
Destî lerzokim heta têydaye hêzî bey guşîn
Lêm gerê tawê le baxî sîne mîwan bibmewe