Mîkaîl Mehabadî

Kîjekey Kafroş

Bi dengê: Mîkaîl Mehabadî
Album: silaw
Diyalekt: Soranî
394
Kîjekey kîjekey kafiroş
Derdim nazanî
Bo toye hestim
Şêr û goranîm
Le dinya her toy jiyan û xoşîm
Dilim meşkêne dil pir le janim
Kîjekey kafiroş şazde salîye

Le dûrî balat piştim çemawe
Jînim bê to nê, xwardinim xwênawe
Le dinya her toy jiyan û xoşîm
Dilim meşkêne dil pir le janim
Kîjekey kîjekey kafiroş şazde salîye

Toxwa were lam qet meçorewe
Xemî çen salem le bîr berewe
Le dinya her toy jiyan û xoşîm
Dilim meşkêne dil pir le janim
Kîjekey kafiroş şazde salîye

Çawan degêrim ax heldekêşim
Le dway balaket boye reş poşim
Le dinya her toy jiyan û xoşîm
Dilim meşkêne dil pir le janim
Kîjekey kafiroş şazde salîye