Rehîm Selewatî

Ey Refîqanî Terîqet

Bi dengê: Rehîm Selewatî
Diyalekt: Soranî
213
Ey refîqan terîqet derdî ’îşqim çare ken
Yan be carê bimkujin cergim be xencer pare ken
Boç emin sûçim çîye ey serwî bustanî îrem
Bê qebahet lêm zwîrît çake însafit bibê
Rojî cejne çawekanim mewsimî azadîye
Bo belagerdanî balat qoçî qurbanim were
Sed hekîm hat û ’elacî em birîney qet nekird
To ’elacî zexmekem ke zû bequrbanim were
Çawekem bo rûy fîraqit dil denalê wek rûbab
Bo dû ebrûy mîslî taqit bendî cergim bû kebab
Herkesêk hat û witî min ’aşiqim birwa meke
Ta leser gonay nîşaney zexmî marangez nebê
Min ke sûtanim nedîwe men’î giryanim meke
’aşiqî rûtim bequrban tîre baranim meke
Çawekem emro le rûy şerim û be ’îşwe xwey nwand
Nek nimekgîr bim be çawî to qesem hîç nemdiwand