Ta bimênê nûrî çawû hêzî pêmDêmû dêmû dêmû dêmû dêmû dêmEy refîqan, ey ’ezîzanî wilatEy biray hawsengerî cergey xebatJanî nasorî cyayîm çêştuweHerçî xoşim wîstuwe cêm hêştuweTa bimênê nûrî çawû hêzî pêmDêmû dêmû dêmû dêmû dêmû dêmHer depêwim kêwû şaxû çolû deştDêm berew kwêstan berew baxû beheştDêm berew ew darû berdû bendeneDêm berew ew baxû mêrgû çîmeneTa bimênê nûrî çawû hêzî pêmDêmû dêmû dêmû dêmû dêmû dêmDêm berew hobew hewarî basefaDêm berew ladê, berew kangey wefaDêmû heldemjim şiney kwêstanî kurdDêmû deçme şewrnî bêstanî kurdTa bimênê nûrî çawû hêzî pêmDêmû dêmû dêmû dêmû dêmû dêmKurdewarî, ey wilate cwanekemRolekem xêzanekem bawanekemEy ewaney qet lebîrim naçneweÊste bimbînin erê emnasnewe?Ta bimênê nûrî çawû hêzî pêmDêmû dêmû dêmû dêmû dêmû dêmŞîwenî min şînî kurdî bê beşeEw geley haşa deken lêyû heşeDêm heta hembê biristû bîrû hoşGer gilaşim, kurdewarîw êwe xoşTa bimênê nûrî çawû hêzî pêmDêmû dêmû dêmû dêmû dêmû dêm