Hisên Elî

Pêm Bilê Mezedar

Bi dengê: Hisên Elî
Diyalekt: Soranî
325
Ta rohim tya bê çawim wa le to
Toyş merhebayêk be ras ya diro
Pêm bilê mezedar mezedar bo lêm torawî
Pêm bilê çaw be xumar çaw be xumar bo lêm torawî
Reqîb çî gutuwe û le min rencawî
Nahez çî gutuwe le min rencawî

Gelê heyf ekey pêm elêy biro
Kê bigirim be yar şox bê wekû to
Pêm bilê mezedar mezedar bo lêm torawî
Pêm bilê çaw be xumar çaw be xumar bo lêm rencawî
Reqîb çî gutuwe û le min torawî
Nahez çî gutuwe û le min torawî

Bimcine wirdurd be xalî sîne
Bimke be qurban ew diley bê kîne
Pêm bilê mezedar mezedar bo lêm torawî
Pêm bilê çaw be xumar çaw be xumar bo lêm gorawî
Reqîb çî gutuwe û le min rencawî

Ger carêk awir le min bidatewe
Wirdexew fikir û hoş embatewe*???
Pêm bilê mezedar mezedar bo lêm gorawî
Pêm bilê çaw be xumar çaw be xumar bo lêm rencawî
Reqîb çî gutuwe û le min torawî
Reqîb çî gutuwe û le min rencawî

Her întîzarim be yek lutfî to
Xulamît ekem be bê şerit û şo
Pêm bilê mezedar mezedar bo lêm torawî
Pêm bilê çaw be xumar çaw be xumar bo lêm gorawî
Reqîb çî gutuwe û le min rencawî

*???= boman rûn nebotewe ke goranîbêj lew beşe çi delê
Tikaye eger deyzanin pêmanî bilên
Sipas