Mihemed Mamlê

Girtimt Bestimt û Esmeran Dulberan

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
288
Sebrû qerarit birdim kem şertît legel kirdim
Îtir wazim lê bêne cwanê besyetî mirdim
Girtimit bestimit kuştimit sûtandimit
Ca be zîndûy çawekanim le jêr xak çeqandimit
Ey be zîndûy çawekanim le jêr xak çeqandimit

Hem narincew hem sêwe hawar ya şêxî kirêwe
Ca xemû meraqî yarê îşkî kirdûm be pêwe
Ya rebî nebarê baran taqe gulekem le rêwe
Girtimit bestimit kuştimit sûtandimit
Ca be zîndûy çawekanim le jêr xak çeqandimit
Ey be zîndûy çawekanim le jêr xak çeqandimit

Lengo yar peyda nabê peyda bê wefay nabê
Set sal xunçe bipşikiwê bê bulbul behar nabê
Çibkem dil girtûyetî be kes tewela nabê

Esmeran dulberan weko bûn bo gulçinîn
Yarekem legelêda be qur’anî serper şîn
Pênc ferzey nwêjim du’aye ke xudaye bo yek bibîn

Rawesta leser bîrê leber desmal herîrê
Çendî xom mecbûr dekird destim bo helnagîrê
Ca delêm bimdeye maçêk carê deka tegbîrê
Esmeran dulberan weko bûn bo gulçinîn
Yarekem legelêda be qur’anî serper şîn
Pênc ferzey nwêjim du’aye ke xudaye bo yek bibîn

Hande handî beyanan dostû dujmin zahîr bûn
Ca be sozey bay payîzan memkoley kîjan xir bûn
Hemû ’aşiq pêk şadin bo mine melbendî nebûn
Cêy cêjwanû cê rawê le minî mal wêran çol bûn
Esmeran dulberan weko bûn bo gulçinîn
Yarekem legelêda be qur’anî serper şîn
Pênc ferzey nwêjim du’aye ke xudaye bo yek bibîn