Hesen Zîrek

Girtimt Bestimt û Esmeran Dulberan

Bi dengê: Hesen Zîrek
Diyalekt: Soranî
298
Erê wey rebî malit wêran bê zû pîrit kirdim felek
Be kûçeda hatne xwar ’ayşê û miryem û melek
Le bexdayey bo dênim gul û laçaw û kirmek
Le taraney bo dekirim gul û laçaw û kirmek
Erê wey lêw’alê le xoy bida harey birwa hewt gerek
Xizmîne memken lome şîrîne be wêney kalek
Awrî le min berdawe biro peywest û çawbelek
Esmeran dulberan dey weko bûn bo gulçinîn
Esmeran dulberan weko bûn bo gulçinîn
Yarim legelêdaye be qur’anî serper şîn
Hêndem zehmet le dût kêşa zehmete bo yek bibîn

Erê wey girtimit bestimit sûtandimit birjandimit
Be zîndûy çawekanim le jêr xak çeqandimit
Girtimit bestimit sûtandimit birjandimit

Erê wey wey malit wêran bêt şewe boç minit nebirdewe
’aşiqî çawî kejalim biroy peywestin pêkewe
Pêm gut yane bimkuje yane regelim kewe
Girtimit bestimit sûtandimit birjandimit
Be zîndûy çawî mestit le jêr xak çeqandimit
Esmeran dulberan weko bin bo gulçinîn
Yarim legelêdaye be qur’anî serper şîn
Hêndem zehmet le dûy kêşa zehmete bo yek bibîn

Erê wey se’at le heşt û hewt dîtim û çawim pêy kewt
Girtim be zulfîmda kird ’etrî heftad û hewt
Girtim dû maçim lê send daykî zanî û rêm kewt
Xuda bewe ruhmêkî kird sersimêkî da û kewt
Ger bihatba û nekewtiba sed darim wê dekewt
Girtimit
Esmeran dulberan weko bin bo gulçinîn
Esmeran dulberan hey weko bin bo gulçinîn
Yarim legelêda be qur’anî serper şîn
Hêndem zehmet le dûy kêşa zehmete bo yek bibîn