Ebdulla gulnaz

Bendî Behare

Bi dengê: Ebdulla gulnaz
Diyalekt: Soranî
222
Meken men’î ’aşiqan ’îşq karî dîşware
Sûtawim de ’îşqêda xemim le çwar kenare
De bo ranawestê satêk nagirin qerare
Esrînim dehat be cût firmêskim dêne xwarê
Le gurey de şemalî le rijêney de baranê
Meger bewey dilêm sakîn bê be rengî de beharê

Behar hate ser textî gul dehat le nakawe
Werin gulan bibînin le swêsnî de sawe
Mijdey biden be bulbulan ’aşiqêkî dil sûtawe
Ew beharî wa rengînû xoş wefayan bo kes nemawe
Le biraderanû refîqan bê mizgênî hat ewelî beharê

Le beharî de sewzpoş le şikofey de daran
Sûrgul le min sûr debûn le dem cow cobaran
Esrînim dehat be cût firmêskim dê le çawan
Leber seday de şalûran awrim ber bote henawan
Le biraderanû refîqan bê mizgênîw hat ewelî beharê

Behar hate ser textî dew beharî de zerde
Xaşxaşkû de gule mêlaqan etlesî de sûryan de berda
Le gurey de şemalî le rijêney de baranê helal de tawsêy zerde
Ew dinyayey wa mehbûbû xoş were destyan lê berde

Hatin teyrî germênê cût be cût bûn be qetar
Kewtin le dem şetawan lewanim dî çend hezar
Ew dinyay wa mehbûbû xoş le min debûn be bazarû şar
Le biraderanû refîqan bê mizgênî hat ewelî beharê

Hatin teyrî germênê cût be cût bûn be cûne
Werin gulan bibînin reng qirimzû beybûne
Herçî ’îşqî de dil bê daym dilî mehzûne
Le biraderanû refîqan bê mizgênî hat ewelî beharê

Hewrî de reş dehatin helyan dedan gewale
Rinû le şaxan depsan weder kewtin kendale
Teyrî de rengînim çend dedîn bewîm delên sîye lale
Le quleşîney derbendî deyşutin perû bale
Hat geyşte lûlû per de ’îşqêda şelale
Le biraderanû refîqan bê mizgênî hat ewelî beharê

Ew beharî de rengînû xoş hergîz de te’rîf naye
Çende swarçakû merdan koçyan kird le dinyaye
Ehmedî emeş her demrîn yaran bon biken du’aye
Le biraderanû refîqan bê mizgênî hat ewelî beharê