Tahîr Tofîq

Ey Mutrîbî Herîfan

Bi dengê: Tahîr Tofîq
Diyalekt: Soranî
458
Le gulê le sûre gulê le narincê le turincê
Le lîmoyê male min malî babî mine ey hawar

Way be ’am şer’ê xoyan debirdewe kin pîre şewbayê
Pîre şewbayê mal wêran delê eger eminit bizanim
Çi herfan lêk bidem
Şitaqman bew xaley nîne kewetanê le suretî leylayê

Dad emin nawêrim dengû sedayê xerîbe mal wêraney xom helênim
Le tirsî bejnêke bilindû çawê belek bibîtewe metirsîw hawarû xaflete

Kurd elê memkê ew baban wêraney le bo min bimênê
Wey bewan fîncanû fexfûrî kewetanî le hemû cêgayêkan pêy dexonewe
Qawe legel herame şerbetan
Ay le min way

Ey mutrîbî herîfan dest ke be nexmexwanî
Awazî toye bo dil wa defi’ eka xemanî

Bezmet şîfaye sa dey bom lêde berbetû ney
Ew derdî dil heta key çî mawe ’umrî fanî

Way be sed xwênî ciger fêrî nyazû nazû ’îşwem kird
Way ke çî êstê ke dembînê delê wey delê her delê wey delê sa laço bemlawe

Bom lê de çengû ’ûde remze le ya wedûde
Ba kwêr bê em hesûde em sirre ba nezanê

Saqî le dil hezer ke çarem le derdî ser ke
Carêkî yek nezer ke bo safîy hîranî