Husên Sefamenş

Em Rojî Salî Tazeye Newroze Hatewe

Bi dengê: Husên Sefamenş
Diyalekt: Soranî
397
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cêjnêkî konî kurde bexoşîw behatewe

Çend sal gulî hîway ême pê pest bû takû par
Her xwênî lawekan bû be gulî alî newbehar
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cêjnêkî konî kurde bexoşîw behatewe

Ew renge sûre bû ke le asoy bilindî kurd
Mujdey beyanî bo gelî dûrû nizîk ebird
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cêjnêkî konî kurde bexoşîw behatewe

Newroz bû agir êkî wehay xiste cergewe
Lawan be ’eşq eçûn be berew pîrî mergewe
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cêjnêkî konî kurde bexoşîw behatewe

Wa roj helat le bendenî berzî wilatewe
Xwênî şehîde rengî şefeq şewq edatewe
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cêjnêkî konî kurde bexoşîw behatewe