Gerçî tûşî renceroyîw hesretû derdim emin
Qet le des em çerxe siple nabezim merdim emin
Aşqî çawî kejalû gerdinî pir xal nîm
Aşqî kêwû telan darû berdû bendenim
Sedan sale
Le wêraney malî xomda
Kitkekorey goşey mitbeqî sultanim
Sedan sale
Hewşuberey xom walayew
Le ber dergey dizanî xom pasewanim
Ke min xwên bim, kwa derfet?
Ya min, ya mêrû
Ke min xwên bim, kwa derfet?
Ya min, ya zêrû
Nokerin ewaney pêm delên
Xwênû zêrû biray yekin
Nokerin ewaney pêm delên
Mişkû cewal biray yekin
Ger le birsanû leber bê bergî îmro req helêm
Nokerîy bêgane nakem ta leser herdim emin
Min le zincîrû tenafû darû bend bakim nîye
Let letim ken, bimkujin, her delêm kurdim emin
Gerçî tûşî renceroyîw hesretû derdim emin
Qet le des em çerxe siple nabezim merdim emin