Mazhar Xaliqî

Derdî Ewîn

Bi dengê: Mazhar Xaliqî
Diyalekt: Soranî
291
Hênd nexoşî derdî dûrîm wexte giyan û dil derê
Kwa nesîmî subhdem bê erz û halî min berê?!
Derdedarim, bêzbanim, bêdilim, sewdaserim
Ax le bo dil mîhrebanê, hem ziban û hem serê
Kes le halî soz û giryanî min agadar nîye
Ax le bo yek halzanê dil pir aw û awirê
Bê şekerxendey demit weslî ruxt mumkîn nîye
Cennetim nabê heta nemşon be awî kewserê
Pêm bilê wechî çîye zulfit muqîmî rûmete?
Xo be şerî mustefa cenet be kafir nadirê!
Ba edî bes bê cefa bew çawe bîmaret bilê
Ya deway derdim kerem ka, ya le derdim helgirê?
Lehzeyek yadî xuda naka leber eyşî cîhan
Nefsî kafr wa dezanê qet cîhan ranabrê
Min be dil, zulfit beser, kewtûyne ber pêy rehmett
Ey umêdî mumîn û kafr be halm nezzerê
Kirdmê mecnûnî der û deştan û ferhadî zeman
Şox û selmareng, leyladeng û şîrîn şekkerê
Menî nalînim meken yaran le dest mujganî yar
Zor be êş û derde rêşî cêge nêşî neşterê
Zehmetî bêhûde takey? Ey tebîbî mîhreban
Derdî min derdêke bêdermane çarey nakrê