Lêt pirsîwim çonim lem bendîxaneXem dexomû azar deçêjim gyaneAzarî em gorîçke neybezandûmLe hejmetî feraqî toye mandûmBo her layê espî xeyal de’ajomHer rû le to deka diley xemajomPerîy çawî to destî lê weşandûmŞêtî kirdûmû toy le dil nexşandûmHer çende min heloy eşkeste balimHêşta beser aqarî xoma zalimWek qendîlû helgurdû pîremegrûnSerî berzim dananewê bo gerdûnLew katey to bûy be yarû girawimBe zincîrî ewîn şetek dirawimEy kenîşke cwaneke xway dildarîŞakarî pir le nexşû wirdekarîZamî nasorî em dile xem rêjeBe hetwanî dîtnî to sarêje