Ewe min pîr bûmû serey mirdinme
Serey gyankêşanû roh derhatnime
Çawerêy melaw telqînû berdû kifnime
Qewmekanim birakanim wesyetêktan bo dekem
Eger min mirdim tuxwa bimben bo şehîdan
Şînim bo biken tuxwa be dilû be gyan
Şînim bo biken be dilû be gyan
Bilên heyfê royî le destiman çû kake şemal gyan
Ax çibkem le des pîrîw le des mirdin ey feqîr halî
Felek ba gileyî bê le lay to minit xiste êsta ey boçî netkuştim be mindalî
Felek ba gileyî bê le lay to boçî minit xiste êsta boçî netkuştim be mindalî
Seyrî ke min çim lê hatuwe
Min emende pîr bûmû palim pêwe enên helnasim be bayek
Ek rehmet le qebrî pêşînan erê ke gurg pîr bû ebê be mexserey seg
Ey xwaye min çîm kirduwew ginahim çîye
Min xirapem bo xom nebê hetîw bo kesim nîye
Beynê gyane be hemalîw beynê be kirêkarîw serdemêkîş şwan bûm
Kure xale riswaw sergerdan her renc be ba bûm
Înca werin tegbîrêkim bo biken eme nifuse ya tîrî quret
Êste biray xotan tunçîyew le hemamî suret