Îsmaîl Sabûr

Rojgarêkî Çend Tarîke

Bi dengê: Îsmaîl Sabûr
Diyalekt: Soranî
587
Rojgarêkî çend tarîke şar hewrî reş daypoşîwe
Tenya tiruskey hîwayêk rûnakî be şar bexşîwe
Şewan be dyar çawanî tow em xake wa êşk egirim
Her bo xoşewîstîy êwe goranî elêm ta emirim

Ey nîştîman xot dezanî yekem hengaw çende sexte
Min rêbwarî ew hengawem rêgaş bestelekew sexte
Çawekanim xoşim ewêy her be çeşnî nîştîmanim
Bê ewînû ’eşqî êwe mana nabexşê jyanim

Kê etwanê ’eşqî xakim le rohim cya bikatewe
Ke dwacar, tenya em xake, amêzim bo ekatewe
Memrencêne kwa dilî min hî zîzbûne, hî rencane
Hogirt bûm key etwanim bê ewînit bijîm gyane
Dilim pirew min emewê zor şit bilêmû natwanim
Le baskirdin naye hergîz zamekanî nîştîmanim

Rojgarêkî çend tarîke şar hewrî reş daypoşîwe
Tenya tiruskey hîwayek rûnakî be şar bexşîwe
Şewan be dyar çawanî tow em xake wa êşk egirim
Her bo xoşewîstîy êwe goranî elêm ta emirim
Şandina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd