Nasir Rezazî

Xerîbim

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
445
Derûnim bû be zûxal ta key binalim
Bûm be qeqnes le dûrît hawar be malim
Xerîbim, xerîbim, xerîbû tenyam
Xerîbim, xerîbî ewperî dinyam

Diro naken seng le cêy xoyda be senge
Ewey xerîbe daym keylû diltenge
Hezar xozgem be awû heway kurdistan
Çyaw rûbarû kanîw hewarû kwêstan
Xerîbim, xerîbim, xerîbû tenyam
Xerîbim, xerîbî ewperî dinyam

Detirsim lêre bimirim gorew gum bikirêm
Be derdî xerîbîw xurbetî xom bimirim
Dûr le yarû kesû kar le xizmû dostan
Le gorîşda nesrewm le taw kurdistan
Xerîbim, xerîbim, xerîbû tenyam
Xerîbim, xerîbî ewperî dinyam