Ya reb her tom le qerarê ya hey her tom le qerarê
Le jûrî hemû jûranî bê cêw bê mekanê hukmatit wa le xwarê
Birûskî rehmetê deda nimey baran debarê
Rêgay îşk nekirdewe pişkût şikofî darê
Be qewlê tîşqê hel naye girê xusarê*???
Bulbul şeyday gulê bû destî kird be narenarê
Xozgem bewan kesane nizîkin le qewmê yarê
Ewşoke *??? çûme baxî bê narê
Gulêkim ber çaw kewt şubhandim be henarê
Herçend tekanî xom da nekira bîhênme xwarê
Ay ay le xom bedbextê bulbulêkî bêçarê
Rebî bexêrêy behar beharî dway zistanê
Kirasêkî keskî kird le êran ta tûranê
Serî kêwan debû be tem ewel mangî nîsanê
Gulan dehatne derê xoyan deda le sanê
Gulêkî zor bon xoşim dî bewî delên gulî reşe rîhanê
Ew gule zor layqe zor mehbûbe le cîhanê
Bonî qet xelas nabê takû axrî zemanê
Xudaye şadman key şad bûyn be dû çawî cwanê
Ya rebî şad bûyn be dû çawî cwanê
*???= ew wişaneman bo sax nekirawe, tika’e eger deyzanin bomanî binûsin
Sipas