Em xake cwane bo min jyane
Roh û gyanim be fîday kurdistane
Çawî hemuwane hîway dilane
Çend şîrîne bûkî cwanî cîhane
Laney ewînim serçawey jînim
Kurdistan her toy çarey birînim
To şadî û azadî û mayey serfirazîm
Min bo to be rohim her amade û razîm
Ey kurdistanim henasem gyanim
Min tom nebî aware û perêşanim
Nûrî çawanim daykim bawanim
Rojê dûr le tu helnakem natwanim
To gir û tînim xewnî şîrînim
Kwêrayîm dadê dûr bim netbînim
To şadî û azadî û mayey serfirazîm
Min bo to be rohim her amade û razîm
Elbumî laperey sipî salî 2010
Awaz û dabeşkirdin: zekerya
Honrawe: samî ergoşî