Merziye Ferîqî

Giyananim Giyananim

Bi dengê: Merziye Ferîqî
Diyalekt: Soranî
982
Wekû pepûle sûta bê bo şem
Yan wek kizey dil xatûzîn bo mem
Seranser kilpe û ey hawar yekser hawarim
Sûtawî tawî ey hawar tasey dildarim
Gyananim gyanim û gyananim û dil û gyananim
Agirî dûrît ey hawar berbuwe le gyanim

Saqî be camê awir berewe
Be sozî sefay ’eşqî yarewe
Bînwêne şêwey ey hawar şîrînî yarim
Sûtawim nema ey hawar sebir û qerarim
Gyananim gyanim û gyananim û dil û gyananim
Agirî dûrît ey hawar berbuwe le gyanim

Bimbe meyxaney ’eşqî dêrînim
Mestim ke dîsan gir bide jînim
Ta bême ser xo ey hawar rû le yaran kem
Yadî yarekey ey hawar carî caran kem
Gyananim gyanim û gyananim û dil û gyananim
Agirî dûrît ey hawar berbuwe le gyanim