Binaxew çînî dîwarîTelarî berzî dildarîBe ser laney dila rûxa, teputozî xemî hênaBedûy baldarî awatî, firîwî bê seruşwênaDesa ey payîzî matem, ewendem tase pê maweHemû ew yadgarey lew jyanî ’eşqe cê maweBecarê wek gela sirwey xezanit giştî ramalêBewrdî her gelayêkî, biba bo qujbnû çalêDeba reşba le dwayîdaLe byabanî limawîdaTeputozêkî wa bênê, hewa yekcarî bixroşêSerî ew qujbnû çale, wekû gorîçke dapoşêLepaşana be bay weşta, leserda hewrî reş bênêBe gorî yadgara, ba bexur tawê bibarênêDe ba bimrê be yekcarî le gorî tengû tenyadaNîşanew nawî helgîrê lenaw bazarî dinyada