Herçî mînay dilekan bû helyanwerand
Ew hemû goze cwaneneyan têkşikand
Ew hemû kanîw aweyan gwêzayewe
Em beheşteyan be awî xetakan bexşî
Em hemû nwêjeyan le du’akan bêberî kird
Azîzey erê hey
Ewan awêney hewzêkî lîxnişyan nehêştewe
Direxte rîş sipîyekanî awayî leberya destinwêj helgirin
Ewan ke hatin rewekulley paş mîhnetekanî mêjû bûn bay dozex helîgirtibû
Herçîyan kird
Herçîyan bird
Xoyanû xwaw tiraktorekan nebê
Kes neyzanî
Wey lê lê wey lo lo...
Direnge xot ko bikerewe
Be dyar êwareyekewe damenîşe
Estêrey tyada helnayê
Çawerwanî hatnewey minalêk meke
Destekanî pirn le dûkel
Çawerwanî çî ekey
Îtir gozekan le kanî nayenewe