Ednan Kerîm

Dilî Xembar

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
274
Çawî kale lêwî ale rû be xale dulberim
Zulfî xawe lêm be dawe yarekey exyarekem
Çendî bê meylîm dekey sed hênde meftûnim le bot
Carê rehmêkit nebû derheq diley xembarekem
Besye bêrehmî be qurban payemalî xem bûm
Rêy necatim bo nîye ger to nebî xemxiwarekem

Eşkî çawim ’erzî dagirt dûdî ahim asman
Boye wa reş dagera lew ahî ateşbarekem
Wa le cêy nîşî xedengit ta be rojî heşre wa
Xwênî lê derjê be da’îm lew dilî zamdarekem
Safya sa hal perêşanîm le xayet derçuwe
Rohekem rehmê bike bew şînû giryew zarekem
Çawî kale lêwî ale rû be xale dulberim
Zulfî xawe lêm be dawe yarekey exyarekem
Honrawe: #safî_hîranî
Şadndina Deq: Aso Pîrî