Ednan Kerîm

Koçêkî Nawext

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
222
Hemû satê yadî to zamê eka mîwanim
Agir
î dûrît wek pişko esûtênê gişt gyanim
Bergey dûrît nagirim zamî xurbetît sexte
To çon barget le kolnaw koçit kird bem nawexte?

Zamî dûrîw dabran hîway jînim wêl naka
Ke dîdey eşkirêjim bo hengawê bir naka
Wek welî deştû kosar bote şwênî aramgem
Ke henasey mergû jîn bebê to beba nakem

De bigerêwe wek behar ba payîzim têperê
Gulî hîwam dûbare perey zerdî helwerê
Be cwanî dîdarî to taku bisrewê jînim
Ger wa nebê sed hekîm sarêj naka birînim
Şadndina Deq: Aso Pîrî