Leyla Ferîqî

Lêy Gerê Ba Dilim Bigrî

Bi dengê: Leyla Ferîqî
Diyalekt: Soranî
666
Lêy gerê ba dilim bigrî
Jîrî mekewe be layelaye
Werzî ewîn zerd û kizre
Baran nebê dadî naye
Ême bêstanêkman daçand
Bû be parûy reşebaye
Ême dastanêkman nexşand
Bû be azarî dunyaye

Lêy gerê ba dilim bigrî
Giyane hêşta seretaye
Lê gerê ba şew dirêj bê
Rojî ême her helnaye
Le serewe bom biçrewe
Kotayî zor bê manaye
Bimkewe be korpe mindal
Bimnêwe ber memkî daye
Lêy gerê ba dilim bigrî
Jîrî mekewe be layelaye