Zor demêke çîrokeket lenêw dilim zîndanîye
Pir le basî bê wefayîw ’eşqî bê kotayye
Basî dilû xoşewîstîw bê bawerîw bê mebestî
Rojû sûtan şewû giryan le derdî xoperistî
Gwêm lêgirin gwêm lêgirin ta çîrokî dilim bas kem
Hênde egrîm heta dunyaş be ahû nalem kas kem
Hemû ’umirim bexşî be ew
Le çawanim nembînî xew
Le rêgay ew le cêgay ew
Pasewan bûm be rojû şew
Keçî rojgar xoy win kird lêm
Lêy nepirsîm axo min kêm
’aşiqêkim çîm beser dê
Kam bedbextî dête ser rê
Gwêm lêgirin gwêm lêgirin ta çîrokî dilim bas kem
Hênde egrîm heta dunyaş be ahû nalem kas kem