Leyla Ferîqî

Pencerey Şewêkî Tox

Bi dengê: Leyla Ferîqî
Diyalekt: Soranî
270
Min lêremû şew lêreyew to lewêytû mang dyar nîye
Dinya matew dil lêdeda le sûtanda dildar nîye
Şew bêdengew bêdengîyekey kelley şêwawim kas deka
To bêdengîw min bêdengîm dastanî tom bo bas eka

To dûrî lêm to winî lêm winbûneket lêm degerê
Ey hewreke hewalêkit helnegirtuwe bo min erê
Ey rûbarî rêbazî koç tofaneket key enîşê
Lafaw beser bûnim gera bîrim le kwê dabnîşê

To koçîtû hatneket şewm be dyarî bo dênê
To reşebay xezaneket le hezar şwên damdeçênê
To şewîtû tarîkayît wek çira damdegîrsênê
To hewîtû bê xewîyeket xewî qursim derencênê
Nardinî deq: aso pîrî
Pêdaçûnewe: goranîy kurdî