Eger ’umrî cwanîw gencîm be to bexşî minal nebûm
Le êwarey tenyayîda bedmest nebûm xeyal nebûm
Eger xerqî ewînit bûm xo balindey bê bal nebûm
Yan henarî dar hetawî naw befrekey mexrîb nebûm
Biro îtir carêkî tir to be nermî nambînyewe
Min befir bim to xoretaw her ebê to bitwêytewe
Eger hatim peyamêk bûm le kanî roşnitir
Wek perwane lewdîw behar bê zimanû xerîb tir
Belam heyfû hezaran heyf to sêberit dirkû xar bû
Ewîn lay to her diro bû byabanî pir le mar bû
Biro îtir taze hergîz nêwî dilim nadem be to
Hergîz melî xoşewîstî nafrênme baxçey dilî to