Qadir Kaban

Bo Kiçêkî Bêgane

Bi dengê: Qadir Kaban
Diyalekt: Soranî
334
Zor qijî zerd serincî rakêşawim
Zor çawî şîn dawye pirşing le çawim
Şanû milû gerdinî rûtî bêgerd
Singî nermû memkî qutî tund wek berd
Bejnû balay kelegetû şoxû şeng
Leşularî kemê goştin kemer teng

Pêstî sipî be xwênî geş meylew al
Kulmî qelew çenagey nawerast çal
Demû lêwî wek gulî berbeyanî
Emane gişt gelêkî tirîş cwanî

Boy neşkanûm twînyetîw arezûy dil
Her gerawe melî birsîm çilawçil
Le her baxê gulêkî sûrim dîbê
Le heç baxê gulêkî sûrim dîbê
Boy çûm hezar dirk le pêm çeqîbê
Şadndina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd