Husên Sefamenş

Çirîkey Surna

Bi dengê: Husên Sefamenş
Diyalekt: Hewramî
487
Ax pey xelwetê bidyam we bê xem
Sîway to dîdim kes nedyam we çem
Dil pey dîdenit kam xelwet sazo?
Twî dîdeyçim bo merdim nimazo
Roşnî dîdem sermayey jînim
Mezey bezmû keyf diley xemînim

Çirîkey sirna pirîkey xende
Peşêwî zulfan rîşey dil kende
Îşarey we naz leb xendey we nerim
Nimanay xalan netoyî perdey şerim
Serçopî we naz xol horday desmal
Birîqey şîşe lerey lîmoyî kal

Xuda we toş dan balay ’er’erî
Her لاێق we ton şêwey dilberî
کاڵاێ şîrînî we balat biryan
Tas mehbûbît ne ’alem ziryan
Dîdem întîzar paw palay toşen
Wegerd palay to dil mebo rewşen
Şandina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd