’aşiqî zarim leser hîç ew nîgare demkujê
Tiflî nadanim leser maçê le giryanim deka
Xemzedey zulfim be xemzey çawî heyranim deka
Besteyî dawim xedengî tîrebaranim deka
Tîrebaranim deka
Ew perîşanim deka
Ew le giryanim deka
Min delêm yaqûtû reyhan xettî kamyan xoştire?
Ew be ’eyyarî îşarey le’lî xendanim deka
Qametî to newzuhûre tel’etî to nûrî tûr
Dem be dem bew terze çawit mestû heyranim deka
Mestû heyranim deka
Ew muselmanim deka
Le’lî xendanim deka